Raportên Peyamnêran Podcast By SBS cover art

Raportên Peyamnêran

Raportên Peyamnêran

By: SBS
Listen for free

Peyamnêrên me raporên herî dawî tînin ber destê we. Hatice Kamer ji Amedê û Ehmed Xefûr ji Hewlêrê, çîrok, hevpeyvîn û raporên çandî ji Herêma Kurdistanê û ji deverên kurdan li Tirkiyê pêşkêş dikin. Pir caran, ev materyal ji hêla vegotinên sereke ve têne paşguh kirin.Copyright 2025, Special Broadcasting Services Politics & Government
Episodes
  • Êrîşa Îranê li sînorê Soran 6 Pêşmerge kuştin, 30 jî birîndar kir
    Mar 25 2026
    Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û ragihand ku di du êrîşên cuda de li ser hêzên Pêşmerge li sînorê Soran li parêzgeha Hewlêrê, şeş pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan û 30 pêşmergeyên din jî birîndar bûn. Wezareta Pêşmerge diyar kir ku êrîş bi şeş mûşekên balîstî yên Îranê hatine encamdan. Ev êrîş bû sedema nerazîbûn û bertekên berfireh li ser asta Herêma Kurdistanê û cîhanê.
    Show more Show less
    10 mins
  • Bi kêm coş lê bi hêvî: Bi hezaran kes li Amedê ji bo Newrozê xwe amade dikin
    Mar 19 2026
    Li Trikiyê û li bajarên Kurdan, pîrozkirina Cejna newrozê destpêkiriye. Dê îsal li 53 navendan Newroz were pîrozkirin. Dirûşma Newroza îsal “Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk” e. Şahîya li Amedê, wekî hersal di 21ê Adarê da ye. Ji ber rewşa Rojava û Rojhelat, coşîyek pir nîne lê çaverê ye ku bi dehan hezar kes beşdar bibin.
    Show more Show less
    9 mins
  • Alozî û êriş pîrozbahiyên Newrozê li Herêma Kurdistanê bandor dike
    Mar 18 2026
    Ji ber alozî û êrîşên dawî, rêûresmên Newrozê li Herêma Kurdistanê hatine sînordarkirin. Tevî ku amadekariyên berfireh ji bo pîrozkirina cejna Newrozê li seranserî bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê hatibûn kirin, bi taybetî li bajarê Akrê yê ku wek "Paytexta Newrozê" tê naskirin, îsal rûyê pîrozbahiyan hate guhertin.
    Show more Show less
    9 mins
No reviews yet