• Kurd li Amedê bi dirûşmên azadî û aştiyê Cejna Newrozê pîroz kirin
    Mar 26 2026
    Li bajar û navçeyên Kurdan, Newroz îsal li 53 cîhan bi awayekî girseyî hate pîrozkirin. Li Amedê digel baran û sermayê, bi deh hezaran kes ji bo pîrozkirina Sersala Kurdî li hev civiyan, bi agirê Newrozê, muzîk û gotaran rûdan pîroz kirin.
    Show more Show less
    10 mins
  • Êrîşa Îranê li sînorê Soran 6 Pêşmerge kuştin, 30 jî birîndar kir
    Mar 25 2026
    Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û ragihand ku di du êrîşên cuda de li ser hêzên Pêşmerge li sînorê Soran li parêzgeha Hewlêrê, şeş pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan û 30 pêşmergeyên din jî birîndar bûn. Wezareta Pêşmerge diyar kir ku êrîş bi şeş mûşekên balîstî yên Îranê hatine encamdan. Ev êrîş bû sedema nerazîbûn û bertekên berfireh li ser asta Herêma Kurdistanê û cîhanê.
    Show more Show less
    10 mins
  • Bi kêm coş lê bi hêvî: Bi hezaran kes li Amedê ji bo Newrozê xwe amade dikin
    Mar 19 2026
    Li Trikiyê û li bajarên Kurdan, pîrozkirina Cejna newrozê destpêkiriye. Dê îsal li 53 navendan Newroz were pîrozkirin. Dirûşma Newroza îsal “Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk” e. Şahîya li Amedê, wekî hersal di 21ê Adarê da ye. Ji ber rewşa Rojava û Rojhelat, coşîyek pir nîne lê çaverê ye ku bi dehan hezar kes beşdar bibin.
    Show more Show less
    9 mins
  • Alozî û êriş pîrozbahiyên Newrozê li Herêma Kurdistanê bandor dike
    Mar 18 2026
    Ji ber alozî û êrîşên dawî, rêûresmên Newrozê li Herêma Kurdistanê hatine sînordarkirin. Tevî ku amadekariyên berfireh ji bo pîrozkirina cejna Newrozê li seranserî bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê hatibûn kirin, bi taybetî li bajarê Akrê yê ku wek "Paytexta Newrozê" tê naskirin, îsal rûyê pîrozbahiyan hate guhertin.
    Show more Show less
    9 mins
  • Koçkirina Êzîdîyan e berdewam bi piştgirîya kêm ya Hukumeta Îraqê ve girêdayî ye
    Mar 13 2026
    Zêdo Baedrî, şêwirmendê Parlemana Kurdistanê ye, di hevpeyvîneke digel nûçegîhanê SBS Kurdî Ehmed Xefûr behsa koçberbûna Êzîdiyan bo derveyî Iraqê dike. Ew herwiha behsa çarenivîsa keç û jinên Êzîdî ye ku ji aliyê çekdarên grûpa Dewleta Îslamî ve hatibûn revandin dike.
    Show more Show less
    11 mins
  • Bilindbûna aloziyên herêmî: Tirkiyê hişyariyê dide Îranê
    Mar 11 2026
    Şerê Amerika/Îsraîlê li dijî Îranê di roja 12an da ye, ku di çar û dehê mehê de, du mûşekên Îranê li Tirkiyê hatin xistin. Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan da xuyakirin û hişyariyên pêwîst bi zelalî ji Îranê re hatine ragihandin. Erdogan bi telefonê bi Serokomarê Îranê Pezîşkiyan re axivî û got ‘armancgirtina Îranê ya li ser welatên cîran sûdê nade tu kesî.’’ Zêdetir derbarê vê mijarê di raport Hatice Kamer ji Amedê heye.
    Show more Show less
    12 mins
  • Di du mehan de 58 jin li Turkiyê hatine Kuştin
    Feb 25 2026
    Di nav du mehan de li Tirkiyê 58 jin hatin kuştin, ku di 18ê mehê de şeş jin di rojekê de bi destê hevjînê xwe hatin kuştin. Yek ji wan, jineke 33 salî bû li bajarê Wanê. Hevjînê wê bi efuyê ji zindanê derketîye ku wî li ber çavên çar zarok û xwesiya xwe, hevjîna xwe Gonul Alkan bi derbeyên kêrê kuşt, ji ber ku Gonul telaqa xwe xwestîye.
    Show more Show less
    7 mins
  • Bang ji bo berfirehkirina Navenda Lalişê li cîhanê tê kirin
    Feb 25 2026
    Navenda Laliş ji bo xizmetkirina tevahiya civaka Êzidî li seranserê cîhanê hatiye avakirin. Lewma ji nuha ve daxwaz hatiye kirin ku bêtir giringî bidin Navenda Lalişê û li welatên cîhanê yên ku civaka Êzidî lê dijîn, liqên nû yên Navenda Laliş bên vekirin, da ku bêtir xizmeta civaka Êzidî bikin.
    Show more Show less
    9 mins